Ciwanên Partiya Çepên Kesk li Stenbolê şahî lidar xistin

Meclisa Ciwanan a Stenbolê ya Partiya Çepên Kesk li Stenbolê şahiyek lidar xist. Di şahiyê de biryardariya ji bo serketinê ya di hilbijartinê de hate nîşandan.

Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk li Stenbolê li Parka Maçkayê xwest bi dirûşmeya “guherîn wê bi ciwanan bê” şahiyekê lidar bixe, lê bi astengiyên polîsan re hatin rû hev.

Piştî qexekirina polîsan ciwanên li taxa Haci Ahmet a Beyoglû hatin gel hev govend gerandin û şahî pêk anîn.

Parlamentera HDP’ê û namzeta Partiya Çepên Kesk Dersîm Dag, parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum, namzetên Partiya Çepên Kesk, hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û gelek kes tevlî bûn.